Ahmet Aydın
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 26 Tebax 2017
BRUKSEL
Li Bruksela paytexta Belcîkayê êrîşkarê ku bi palayê êrîşî 2 leşkerên ku dewriye dikirin, kir hat bêtesîrkirin.
Bûyer bi seata herêmî seat 20.20an li navenda bajêr rû da. Saziya weşanê ya kamûyê RTBFyê ragihand ku êrîşkarê ku 2 leşker birîndar kirin, hat bêtersîrkirin.
Di daxuyaniya dozgeriyê de hat îfadekirin ku êrîşkar "di nava mirin û jiyanê de diçe û tê" herwiha hat destnîşankirin ku leşker ji dest û ruyê xwe birîndar bûne û metirsiyeke jiyanî ya wan tune ye.
Polîsan li cihê bûyerê kordona ewlehiyê kişand, di wêneyekî de xuya dike ku ekîbên tendirustiyê midaxeleyê kesekî dikin ku li erdê dirêjkirî ye.
Serokwezîr Charles Michel, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku "Her cure piştevanî ji bo hêzên me yên leşkerî tê pêşkêşkirin. Yekîneyên me yên ewlekariyê di teyeqquzê de ne. Em rewşê ji nêz ve dişopînin."
Herwiha derbarê ka bûyer êrîşeke terorî ye yan na, heta nuha nirxandinek nehatiye kirin. Lê belê Ewropayê di mehên dawî bûyerên mîna vê li ser navê rêxistinên terorê hatibûn kirin.