BRUKSEL
Hat diyarkirin ku li qada vala ya pişt depoyeke nêzî bajaroka Ypresê di xebatên înşaetê de çend roj berê bombeyek hat dîtin. Tê gotin ku bi îhtimaleke mezin dema ku bombe ji cihê wê leqandin teqiya. Di teqînê de karkerê tirk ê ku navê wî ne diyar e, li cihê bûyêrê, karkerê bûlgar jî li nexweşhaneyê mirin. Her wiha 2 karkerên tirk jî birîndar bûn. Rewşa ji birîndan yek xedar e.
Di Şerê Cîhanê ya Yekemîn de bajaroka Ypresê bi temamî xera bibû û gelek leşkerên hêzên mutefîq miribûn. Di xebatên kolanên li bajarok û derdora wê tê kirin de her sal di nav axê de gelek bombeyên neteqiyayî û hestiyên mirovan tên dîtin.