Haydar Şahin
26 Tebax 2017•Rojanekirin: 26 Tebax 2017
PEKÎN
44 welatiyên Çînê yê sûcdarên înformatîkê ji Malezyayê anîn Çînê.
Li gor nûçeya Şîhuaya ajansa xeberan, di encama xebatên hevpar ên hêzên ewlekariya Malezyayê û Çînê da sûcdar hatin derdestkirin û li Balafirgeha Vîncou Longvanê ya Çînê teslîmî hêzên ewlekariyê yên herêmî kirin.
Hat tesbîtkirin hin sûcdarên welatiyê Çînê yên ku li Malezyayê rûdinin bi qasî 10 milyon yuenî (milyonek û 510 hezar dolar) hin welatî xapandine. Hat ragihandin ku derdestkirina van sûcdaran 3 mehan ber xwe da.
Do jî Kamboçyayê 144 sûcdarên înformatîkê îadeyî Çînê kiribû.