Midûrê Karên Rêveberî û Darayî yê Wezareta Tenduristiya Lîbyayê Abdûllah el-Feytûrî daxuyanî da peyamnerê Anadolu Agencyê û destnîşan kir ji duh ve di navbera yekîneyên di bin fermandariya generalê malnişîn Halîfe Haftar û Tugaya Rafallah es-Sehatî de pevçûn dewam dikin. Feytûrî got ku di pevçûnan de heta niha 75 kes mirin û 141 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên nexweşxaneyê hat stendin li Navenda Tibê ya Bîngaziyê 56 mirî, 12 birîndar, li Nexweşnaneya Galaayê 2 mirî, 34 birîndar, li Nexweşnaneya Giştî ya Praîrîeyê 8 mirî, 79 birîndar, li Nexweşnaneya Selloûkê 4 mirî, 2 birîndar, li Nexweşnaneya Abyarê 4 mirî, 14 birîndar û li Nexweşneya Navendê ya Cerdeniyeyê jî miriyek heye.