Nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goranê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (YNK), Partiya Yekitiya Îslamî (Yekgirtû), Partiya Civakê ya Îslamî (Komela), Partiya Komînîst, Partiya Sosyalîst û nûnerên Partiya Kedê li Hewlêrê bi serokatiya Mesûd Barzanî hatin li bal hev. Biryarên ku di civînê de hatin dayîn di malpera fermî ya Serokatiya HKIyê de hatin weşandin.
- Ji bo siyaseteke hevpar heyetek
Li gor daxuyaniyê partî ji bo siyaseta li Bexdayê dê heyeteke hevpar pêk bînin. Nûnerên ku beşdarî civînê bûn daxuyandin ku divê rewşa kurdên Iraqê bê parastin, nûnerên li Bexdayê di wezîfeyên girîng de bên wezîfedarkirin.
Li gor biryarên ku hatin hildan kurd dê yêkitiya xwe biparêzin û ji bo ku mafên xwe yên makezagonê bigrin dê di nav sîstema federal û demokrat de tevbigerin. Heyeta Kurdistanê li gor vê bernameyê dê li Iraqê bi tevgerên siyasî yên din ve hevdîtinan bikin.
Nûnerê Hereketa Goranê Mihemed Hecî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di civînê de biryar hat dayîn ku tevgereke hevpar a kurdan dê bê avakirin û wiha axivî:
"Di civînê de hat destnîşankrin ku divê tu kes serokomariyê wek milkê xwe nebîne. Ji hêla din behsa desthilatiya Nurî el-Malîkî ya 8 salan jî hat kirin. Malikî li gorî makezagonê tevnagere, em di vê mijarê de wek hev difikirin. Behsa xetên sor ên ji bo Malikî û serokên din nehat kirin. Me got ku heta em biryarekê bidin divê em li benda encamên hilbijartinê bisekinin. Kê di hilbijartinê de dê serbikeve û kîjan partî dê hikûmetê ava bike? Em ê bibînin û li gor vê tevbigerin."