Haydar Şahin
10 Tebax 2019•Rojanekirin: 11 Tebax 2019
Ji ber Bobelata Lekîmayê ya li rojhilatê Çînê tesîra xwe nîşan dide 13 kes mirin û 16 kes jî winda bûn.
Li gor xebera Têlevîzyona Navendî ya Çînê (CCTV) tofana Lekîmayê ya ber destê sibê gihîşt perevê rojhilatê welêt tesîra xwe ya li Cicîangê zêde kir.
Lekîmaya li Taîcou, Vincou û Nîngboya bajarokên eyaleta Cicîangê xist bû sedema mirina 13 kesan û windabûna 16 kesan.
Ji ber tofana tesîra wê gihîşt 3 milyon kesî li eyaletê 752 hezar kes ji bajarê Şanghayê jî 253 hezar kes texliyayî herêmên ewledar kirin.
Leza bayê tofanê derkete 187 kîlomêtreyî ji ber vê li bendê ne ku li eyaletên Anhui, Fucien, Ciangsuyê û bajarê Şanghayê şilî bibare.
- Gihandin hat asta sekinandinê
Li Cicîangê 288 seferên şirketên rêhewayê hatin betalkirin, hikûmeta eyaletê seferên ferîbot û trênê jî berwext dan sekinandin.
Li herêma bobelatê lê xist ji hezarî zêdetir ekîbên lêgerîn û xilaskirinê, 150 wesayînê agirkujiyê û 100 botî va xebatên xwe didomînin.
Tê texmînkirin ku Lekîmayê ber bi bakur û rojavayê welêt dewam bike.
Navenda Meteorolojiya Neteweyî duh diyar kiribû ku ji ber Lekîmayê elerma sor didin.