Ferizat Kaya
09 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
PEKÎN
Li eyaleta Siçuana başûrê rojhilata Çînê bi mezinahiya 7an erdhej çêbû. Di erdhejê da 13 kes mirin, 175 kes jî birîndar bûn.
Li gorî xebera ajansa Şînhuayê li navenda wîlayeta Ciucaygouya Siçuanê li gorî saeta herîmî di saet 21.19an de erdhej çêbû. Hat ragihandin ku erdhej 20 kîlometre di binê erdê de çêbû.
Erdhej li paytextê eyaletê Çingdu û bajarên derûdorê jî hat hîskirin. Di bûyerê da 13 kes mirin, 175 kes jî birîndar bûn. Li eyaleta Siçuanê îro jî bi mezinahiya 3 û 4an du erdhej qewimîn.
Hat ragihandin ku li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin û gelek avahî hilweşiyane.
- Li Herêma Xweser Uygur Sîncarê bi lerza 6,6an erdhej
Ji aliyê din ve li Herêma Xweser Uygur Sîncara ku 3 hezar kîlometre dûrî Ciucaygou bi lerza 6,6an erdhej qewimî. Erdhej 11 kîlometre di bin erdê de çêbû û li eyaleta Cingheyê hat qeytkirin.