İbrahim Atmaca
08 Tebax 2017•Rojanekirin: 09 Tebax 2017
SILÊMANÎ
Li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) grûbek siyasetmedar, rojnameger û aktivîst li dijî referanduma ku wê di 25ê îlonê da were kirin, kampanyaya "na"yê da destpêkirin.
Berdevkê "Tevgera Ji Bo Referandumê Vê Gavê Na" Rabûn Merûf li Silêmaniyê civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Wan ji îro pê va bi awayê fermî dest bi xebatên kampanyayê kir."
Merûf destnîşan kir, referanduma serxwebûnê "ji bo berjewendiya gelê HKIyê ne baş e" û wiha dewam kir:
"Ev referandum ji bo avakirina dewleteke adil û demokratîk gaveke serxwebûnê nîne, berevajiyê wê xetayeke pir talûke û dîrokî ye. Referandumê jihevketina armancên ku behsa wê dikin zêde bike. Ev referandum wê piştgiriyê nede doza gelê me ya mafdar û wê him piştgiriya me ya navneteweyî him jî ya herêmî bide windakirin."
Merûf diyar kir ku divê referandum were "taloqkirin" û wiha got, "Heke li herêmê ji bo serxwebûnê demeke baş were, meriv dikare referandumê bike."
Merûf bangî gelê HKIyê jî kir û wiha got: "Ji bo berjewendiya nifşên nû û ji bo ku felaketên din çênebin ew dixwazin gel piştgiriyê bide kampanyaya nayê."
Li bajarê Silêmaniyê xwediyê têlevîzyona NRTê Şasiwar Ebdulwehîd meha borî daxuyanî dabû û gotibû ku ew ê ji bo "Tevgera Ji Bo Referandumê Vê Gavê Na" kampanyayê bidin destpêkirin.