Fatih Gazioğlu
09 Tebax 2019•Rojanekirin: 10 Tebax 2019
Li Çada welatê Afrîkayê di navbera şivan û cotkaran da pevçûnên çekdarî derketin. Li gor agahiya ewil 37 kes hatin kuştin.
Serokomarê Çadê Îdrîs Debî daxuyanî da rojnamevanan û got ku pevçûn li Quaddaiya rojhilatê welêt derketine û wiha axivî: "Di pevçûnan herî kêm 37 kes hatine kuştin. Em rojên ne baş derbas dikin. EEv pevçûnên nijadî êdî ji bo bûn meseleyeke neteweyî."
Serokomar Debî got ku ew ê ji bo sekinandina pevçûnan pêvajoyeke diyalogê ya civakî bidin destpêkirin.