27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
GAZÎANTEP/HALEP
Li Cerablusê komeke sûriyeyî meşek li dar xistin û PYDya rêxistina terorê protesto kirin.
Koma çalakvanan li navenda Cerablusê kom bûn û bi panqartan heta Qada Azadiyê meşiyan. Ji çalakvanan Ebu Saydo daxuyanîyek da nûçegihanê AAyê û got ew û gelek kes ji gundê Şuyuxê reviyane. Seydo wiha axivî:
"PYD hat gundê me û zilm li me kir. Em jî ji tirsa kuştinê reviyan û hatine Cerablusê. Ev du mehe em li vê derê ne. Bi saya Tirkiyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan azadî hat Cerablusê. Em û Tirkiye xwîşk û birayên hevin. Xwedê ji wan razî be. Hêviya me bi tenê Tirkiye re ma ye. Înşellah hûnê weke Cerablusê ewlehî û azadiyê ji hemu welat re binîn."
Koma çalakvanên piştî daxuyaniyê belav bûn.