Li Kirşehîrê otobusa ku karker tê de bûn qelibî û 19 kes birîndar bûn.
Otobusa bi plakeya 40 AF 547 ku karkerên di Petlasa fabrîkeya lastîkê de dixebitîn, dibir, li ser rêya Kirşehîr-Kayseriyê li texma Golhîsarê ji ber cemedê şemitî û li dîrekê peyarêya navrê (refuj) xist û qelibî.
Di qezayê de ji xebatkaran Mehmet Aydogan, Hamza Aydin, Serkan Ozmen, Alî Kirar, Ramazan Albayrak, Guven Boyden, Mûstafa Altintop, Mehmet Şahîn, Yakûp Bedîr, Suleyman Toprak, Orhan Şahîn, Îlker Babadag, Tahîr Yuruk, Îbrahîm Goktaş, Mûstafa Babadag, Mûhîttîn Ergun, Halîl Guruk, Nedîm Tekbaş û Mahmût Akdag birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Ahî Evranê. Rêya ku ji ber qezayê ji çûn û hatinê re girtî bû piştî demekê hat vekirin.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.