Türkan Tosun
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
LAS VEGAS
Li Las Vegasa bajarê Amerîkayê li cihên cuda ji bo kesên ku di êrîşa biçek ya ku roja yekşemê de hatibûn kuştin merasimên bibîranînê tên kirin.
Merasima herî mezin li Mountaîn Crest Parkê hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî merasimê bûn û ji bo kesên mirine 59 mûm hatin vêxistin.
Turîst û şêniyên bajêr diçin cihên bîranînê kulîlkan û mûman datînin.
Polês li cihê ku êrîş lê hat kirin tevdîrên ewlehiyê dibîne û van tevdîran li giştiyê bajêr berfirehtir dike.
Buroya Lêpirsîna Federal a DYAyê (FBI) li cihê bûyerê xebatên xwe didomîne.
Tê texmînkirin ku Serokê DYAyê Donald Trump wê bê ziyareta bajêr.
Stephen Paddockê welatiyê amerîkî şeva yekşemê derketibû qata 32yemîn a otela Mandalay Bayê û li ser kesên hatine konserê de gule barandibû.
Di êrîşê se 59 kes hatibûn kuştin û 527 kes jî birîndar bûbûn, êrîşkar xwe jî kuştibû.