Önder Beyter
17 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2017
TEL AVÎV
Li Tel Avîva paytexta Îsraîlê nêzîkî hezar welatiyên Îsraîlê li hemberî Serokwezîr Bînyamîn Netanyahuyê ku der heqê wî da lêpirsîna gendeliyê hatiye vekirin, xwepêşandana protestoyê li dar xist.
Li hemberî Netanyahuyê ku ji ber lêpirsîna gendeliyê heta niha heft caran îfade da, xwepêşandanên girseyî didomin. Vê hefteyê bo cara sêyemîn xwepêşandana protestoyê hat lidarxistin ku ev xwepêşandan her hefte roja şemiyê bi navê "meşa rûreşiyê" tê lidarxistin.
Xwepêşandanên ku li Tel Avîvê li ser Xaçerêya Rotschildê kom bûn, li dijî Netanyahu durişm berz kirin û heya Qada Habîmayê meşiyan.
Serdozger Avichai Mendelblit ji ber îdiaya ku di lêpirsîna dijî Netanyahu da li ser guhekî xwe radizê, tê rexnekirin. Ji ber vê yekê ev salek e her hefte roja şemiyê li ber mala Mendelblit a li bajarê Petah Tîkvayê xwepêşandana protestoyê tê lidarxistin.