Ahmet Aydın
13 Sibat 2019•Rojanekirin: 14 Sibat 2019
TAHRAN
Li Eyaleta Sîstan û Beluçistana Îranê ku dikeve başûrê rojhilatê wî welatî, li dijî otobusa ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê tê de bûn êrîşeke xwekujiyê hat lidarxistin. Hat ragihandin ku di êrîşê de 27 kes hatine kuştin û 13 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ya derbarê êrîşê di êrîşa ku bi wesayiteke bombarkirî hatiye lidarxistin, otobusa ku pasdarên girêdayê Hêza Qudsê kirine armanc.
Li gorî nûçeya IRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê, di êrîşê de heta nuha 27 kes mirine û herî kêm 13 kes jî birîndar bûne.
Rêxistina bi navê "Ceyşul Edil" ku êrîş girtiye sitûyê xwe îdia kir ku her 40 eskerên di otobosê de hatine kuştin. Piştî vê daxuyaniya rêxistinê rayedarên Îranê hê daxuyanî nedane.
Ceyşul Edil a ku Îranê ew weke rêxistina terorî îlan kiriye, bi îdaya ku mafê gelê Belûç diparêzê şerê çekdarî li dijî rêveberiya Tehranê diajo.