Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf îdia kir ku têkoşîna Amerîkayê ya bi rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) re ne cidî ye û ji bo têkoşîna bi terorê re banga tevkariya navneteweyî kir.
Zarîf daxuyanî da têlevîzyona dewletê ya Îranê û îdia kir ku Amerîka destekê dide DÎŞIyê û wiha pê de çû: "Amerîka heta niha li gor polîtîkayên dualî tev digeriya û cidî nebû. Li Sûriyeyê demeke dirêj bi awayên cur be cur alîkarî da DÎŞIyê. Vê gavê jî şaşo paşo bûye û nizane wê çi bike. Tişta ku di vê mijarê de diparast jî terikand."
Zarîf destnîşan kir ku DÎŞIyê pêşiyê li Iraqê, paşê li Sûriyeyê, paşê dîsa li Iraqê fealiyetên xwe kirin û wiha dewam kir: "Sibê jî wê berê xwe bide welatekî din ê li herêmê, belkî jî berê xwe bide hemû welatan. Ez dibêjim qey ev talûke bi awayekî cidî nayê dîtin. Ji bo têkoşîna bi terorê re divê tevkariya navneteweyî çêbibe."
Roja înê li gor nûçeyên medyaya rojava Îranê di mijara DÎŞIyê de bi leşkerên Amerîkayê re peymana tevkariyê kir û pêşengê dînî yê Îranê Ayetullah Xamaney jî destek dabû. Lêbelê Rêvebiriya Amerîkayê ev îdia derewandibû.