İbrahim Atmaca
14 Sibat 2019•Rojanekirin: 15 Sibat 2019
CARACAS
Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dîsa îro welatê wî bi midaxalekirina eskerî va tehdîd kir û wiha got: "Ez piştevaniya hemû dinyayê dixwazim."
Maduro li paytext Caracasê li Qesra Mirafloresê ya Serokatiya Dewletê bi Alîkarê Serokê Dewletê Delcy Rodriguez û Wezîrê Çandinî û Axê Wilmar Castro Soteldo ra bi girêdanên zindî va projeyên çandinî û heywandariyê yên li herêmên cuda kontrol kir û li vê derê ser rojevê daxuyanî da.
Maduro diyar kir ku Trump bersiva pirsa "Ji bo Venezuelayê îhtimala çareseriyeke eskerî heye an na" wiha da "Gelek pêşniyazên çareseriyê hene. Em li ser hemû vebijêrkan disekinin". Maduro li ser vê wiha got, "Îro Serokê Amerîkayê Trump cardin Venezuela bi midaxeleya eskerî va tehdîd kir. Ez piştevaniya hemû dinyayê dixwazim."
Maduro got ku "Amerîka dixwaze Venezuelayê kontrol bike", lê gel bi qehremaniyeke dîrokî va berxwedan da, çi dibe bira bibe ew ê wisa bikin ku rêzê nîşanî Venezuelayê bidin.
Maduro wiha dewam kir, "Em kole, parsek û xizmetkarê tu kesî nînin. Em jin û mêrên azad in. Ew heysiyeta ku di me da heye, şewqa me ya herî mezin û kêfxweşiya me ye."