Abdullah Tel
13 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2021
Li rûyê dinyayê hejmara kesên bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin ji 92 milyon û 61 hezarî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer" a daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin bû milyonek û 971 hezar û 408.
Hejmara kesên bi şewba Kovîd-19ê ketin jî bû 92 milyon û 61 hezar û 200 û heta niha 65 milyon û 917 hezar û 159 kesên bi Kovîd-19ê ketibûn jî bi ser xwe da hatin û pak bûn.
Di nav welatên li rûyê dinyê da bi jimara mirî û pêketiyên Kovîd-19ê da Amerîka di rêza ewil da ye.
Heta niha li Amerîkayê 23 milyon û 369 hezar û 732 kes bi Kovîd-19ê ketin û 389 hezar û 621 kes jî bi heman nexweşiyê mirin.