Nihat Kavşut
11 Nîsan 2020•Rojanekirin: 12 Nîsan 2020
Li seranserê dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketine ji milyonek û 700 hezarî derbas bû.
Li gor agahiyên malpera "Worldometer"ê ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li seranserê dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû ketine derket milyonek û 700 hezar û 378an.
Hejmara kesên ku herî zêde bi bi Kovîd-19ê ketine bi 502 hezar û 876an kesî Amerîka ye, peyra bi 158 hezar û 273 kesî Îspanya, bi 147 hezar û 577 kesî Îtalya, 124 hezar û 869 kesî Fransa û bi 122 hezar û 171 kesî Almanya tê.
Li Çîna ku ev şewb jê belav bû jî 81 hezar û 953 kes pê ketin.
Dewletên ku hejmara nexweşan ji 10 hezarî derbas bûne jî ev in:
Îngilistan (73 hezar û 758), Îran (68 hezar û 192), Tirkiye (47 hezar û 29), Belçîka (26 hezar û 667), Swîsre (24 hezar û 551), Hollanda (23 hezar û 97), Kanada (22 hezar û 148), Brezilya (19 hezar û 943), Portekiz (15 hezar û 472), Awistirya (13 hezar û 561), Rûsya (11 hezar û 917), Koreya Başûr (10 hezar û 450) û Îsraîl (10 hezar û 408).
Şewba Kovîd-19ê ya li Wuhana bajarê Hubeya eyelate Çînê derket li 200î zêdetir dewlet û herêman belav bû.
Ji ber şewbê li sernasarê dinyayê heta niha 102 hezar û 755 kes mirine, 376 hezar û 548 kes baş bûne û milyonek û 221 hezar û 75 kes jî tên dermankirin.