Önder Beyter
13 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2021
Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 92 milyonî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê derket 92 milyon û 9 hezar û 660î.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ye, Amerîka ye. Li welêt 23 milyon û 368 hezar û 225 kes bi Kovîd-19ê ketin.
Pey vî welatî bi 10 milyon û 495 hezar û 816an va Hindistan, 8 milyon 195 hezar û 637an va Brezîlya, 3 milyon 448 hezar û 203an va Rûsya, 3 milyon 164 hezar û 51ê va Îngiltere, 2 milyon 806 hezar û 590î va Fransa, 2 milyon 346 hezar û 285an va Tirkiye, 2 milyon 303 hezar û 263yan va Îtalya, 2 milyon 137 hezar û 220an va Îspanya, milyonek û 957 hezar û 492yan va Almanya, milyonek û 816 hezar û 82yan va Kolombiya, milyonek û 744 hezar û 704an va Arjantin, milyonek û 556 hezar û 28an va Meksîka, milyonek û 395 hezar û 779an va Polonya, milyonek û 299 hezar û 22yan va Îran, milyonek û 259 hezar û 748an va Afrîkaya Başûr, milyonek û 124 hezar û 430î va Ukrayna û milyonek û 40 hezar û 231ê va jî Perû tên.