İbrahim Atmaca
07 Nîsan 2020•Rojanekirin: 10 Nîsan 2020
Li gor rapora "Îstatîstîkên 2020î yên Kapasîteya Xwenûkirî" ya Ajansa Vejena Xwenûkirî ya Navneteweyî (ÎRENA), piştî sepandina polîtîkayên rastîn li tevahiya dinyayê maliyeta teknolojiyên tav û bayê ket.
Kapasîteya ku li ser vejena xwenûkirî hatiye avakirin par 176 gîgavat zêde bû û derket 2 hezar û 537 gîgavatan. Nêzî ji sedî 90ê hêza avakirî ji veberhênanên ba û tavê pêk hat. Ji bo vejena tavê 98 gîgavat, ji bo vejena bayê jî 60 gîgavat veberhênan zêde kirin dewrê.
Her wiha di hidroelektrik, biyoenerji, jeotermalê da jî kapasîte bi rêzê 12 gîgavat, 6 gîgavat û 0,7 gîgavat zêde bû.
Serokê ÎRENAyê Francesco La Camera diya kir ku di paşerojê da maliyeta vejena paqij wê kêmtir bibe.