06 Hezîran 2016•Rojanekirin: 07 Hezîran 2016
WASHINGTON
Misilmananên li paytext Washington DC û derûdora wê berê xwe dan Mizgefta Navenda Diyanetê ya Amerîkayê ya ku mezintirîn mizgefta DYAyê ye û lê nimêja terawiha ewil kirin.
Mizgefta Navenda Diyanetê ya Amerîkayê ku mezintirîn mizgefta welat e û nîv saet dûrî paytexta DYAyê Washington DC ye, di nimêja terawiha ewil da misilmanên li deverê anîn cem hev.
Gelek misilmanên amerîkayî yên ku nijadê wan cuda ne û tirkên li deverê berê xwe dan mizgeftê.
Li mizgeftê jî nimêja terawihê bi xetma quranê tê kirin. Misilmanên ku li beşê rojhilatê DYAya ku anegorî Tirkiyê 7 saet paşde ye, dijîn jî dê îsal bêtirî 16 saetan rojiyê bigirin.