17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Li Washingtona paytextê DYAyê bi sedan kes di "Roja Martîin Luther Kîng" da ji bo bibîranîna aktîvistê navdar, tevlî meşa aştiyê bûn.
Roja Martîn Luther Kîng her sal di duşema sêyemîn a meha rêbendanê da ye û li tevahiya welêt betlaneya fermî ye.
Merasima bibîranînê ber destê sibehê dest pê kir. Di merasimê da çeleng danîn Bîrdariya Roja Martîn Luther Kîng ku li texma Bîrdariya Lincoln e û aktîvistê navdar di sala 1963yan da lê axaftinek kiribû. Bername bi meşa ku Nick Cannonê aktorê navber organîze kir, berdewam kir.
Bi beşdarbûna sedan kesî meş ji Bulwara Martîn Luther Kîng dest pê kir û heta Parka Anacostiayê dewam kir.
Di merasima bîranînê de bi dehan saziyên civakên sivîl xwepêşandana dans û muzîkê li dar xistin. Her wiha di bernameyê de li dijî Trump pankarên li ser dinivîse ' Tu ne Serokê min î' jî bal kişand.
- Li New York û Bostonê çalakiyên li dijî Trump
Di rojbûna Kîng de gelek nivîskar, hunermend, parêzvanê mafan ên efsane di bin banê dezgeya PEN Amerîkayê li New York û Bostonê ber derê pirtûkxaneyan bi nivîs û helbestan Trump protesto kirin.
Li giştiyê DYAyê li 90 devera protestoyên bi vê awayê hatin kirin. Tê payîn ku li welêt di çalakiyên rojbûna Kîng ên li gelek deveran da protestoyên dijî Trump bê kirin.
Martîn Luther Kîng di sala 1963an de li paytext Washingtonê bi beşdarbûna 250 hezar kesî, meşa bi navê "Ji bo Kar û Azadiyê li Washingtonê meş" li dar xist û di meşê da Kîng axaftina xwe ya dîrokî ya bi navê 'Xeyaleke Mîn Heye" kir. Ew axaftin ji bo welatiyên reşik bû heyameke pir girîng.
Kîng di wê çalakiyê de û wiha gotibû: "Xeyaleke min heye: rojekê bê û çar zarokên min wê ne li gor rengê çêrmên xwe, wê li gor şexsiyeta xwe bêne qebûlkirin". Ev axaftina wî li ber welatiyên reşik rêyeke mafên xwe bidestxistinê vekirîbû.
Di heman salê de Kîng Xelata Aştiyê ya Nobelê girtibû. Bi qanûnê ve ne bi tenê li ber reşikan, li ber hemû kêmneteweyan û jinan ji bo perwerde û kar rê hatibû vekirin.
Kîng li Mempîsê di sala 1968an de bi suîqestekê hat kuştin. 9 sal şûn de, di sala 1977an de Serokê DYAyê Jîmmy Carter ew layîqê "Madalyaya Azadiyê ya Serokatiyê" dîtibû û ji bo rûmeta wî biryar hatibû dayîn ku ev roj wek Roja Martîn Luther Kîng bê pîrozkirin.
Serokê DYAyê yê berê Ronald Reagan biryara qanûnê ya ku vê rojê wek cejneke neteweyî pîroz bikin di sala 1983an de qebûl kiribû.
Ev têkoşîna mafên medenî ya bi serokatiya Kîng ji ber ku tundî û şer qebûl nekir ji hêla amerîkiyên çerm spî ve jî hatibû pejirandin û bûbû tevgereke birûmet.