Ahmet Aydın
17 Gulan 2020•Rojanekirin: 18 Gulan 2020
Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn de 1592 zêde bû û gihişt 90 hezar û 142yan.
DYAya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, hejmara miriyan roj bi roj lê zêde dibe.
Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 23 hezar û 429 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û hejmara pêketiyan gihişt milyonek û 509 hezar û 341ê.
Li wî welatî hejmara mirinan jî di 24 saetên dawîn de 1592 zêde bû û gihişt 90 hezar û 142yan.
Bi dû DYAyê bi 281 hezar û 752 pêketiyan Rûsya, bi 277 hezar û 719 pêketiyan Îspanya û bi 240 hezar û 161 pêketiyan Îngiltere tê.
- Li DYAyê navenda şewbê New York e
Li DYAyê piraniya pêketiyên Kovîd-19ê û mirinên ji ber wê li New Yorkê hatin tomarkirin.
Li New Yorkê 358 hezar û 99 kes bi Kovîd-19ê ketin û 28 hezar û 134 kesan jî canê xwe ji dest da.
Bi dû New Yorkê de bi 146 hezar û 389 pêketiyan New Jersey û bi 92 hezar û 457 pêketiyan Illînoîs tê.