22 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
NEW YORK
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber gotinên xwe yên der barê jinan de li hemû welêt bi Meşa Jinan ve hat protestokirin.
Li New Yorkê jê gelek jin û ciwan 250 hezar amerîkî li Parka Dag Hammarskjoldê li hev civiyan.
Çalakvanên ku kom bûn îdia kirin ku Trump dema hilbijartinan de der barê jinan û Hîllary Clîntona ku ji bo serokatiya DYAyê reqîbê wî bû de gotinên ku jinan biçûk dibîne gotiye.
Kom li ser kolana 2yemîn û kuçeya 42emîn ber bi kolana 5emîn a ku Trump Tower li ser wê kolanê ye meşiyan.
Chirlane McCraya ku jina Şaredarê New Yorkê Bill Blasioyê ye, lîstikvanên sînemayê û aktîvîst Cynthia Nixon, Rosie Perez, Taylor Schilling, Whoopie Goldberg û Dame Helen Mirren û hunermend Yoko Ono
Li ser pankartan peyamên li dijî Trump, gotinên der barê edaleta civakî, mafên sivîl û wekheviya jin û mêran hatine nivîsandin bal kişand.
Polêsê Amerîkayê destûr neda ku xwepêşandêr nêzî Trump Towerê bibin û qerebalix bû sedema astengiya trafîqê.
Meş li New Yorkê di saet 11.00î da dest pê kir û heha tarî kete erdê dewam kir.
Li Utahê jî kesên navdar ên wek Charlize Theron, Joshua Jackson, Aisha Tyler, Chelsea Handler û Mary McCormack li Park Cîtyê tevlî meşa jinan bûn.
Gelek navdarên Hollywoodê jî li Los Angelesê tevî meşê bûn. Li vê derê jî nêzî 700 hezar kes meşiya.
Lîstikvana sînemayê aktivîst Ashley Judd li mitînga Washingtonê axaftina "Jina Xerab" kir û ji bonê gelek çepik hatin lêdan.