21 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2017
ASTANA (AA) - Hat ragihandin lijneya Îranê ji bo hevdîtinên Sûriyeyê gihîşt Astanaya paytextê Kazakistanê.
Di daxuyaniya Balyozxaneya Astanayê ya Îranê da hat diyarkirin, lijneya di serokatiya Huseyn Cabir el-Ensariyê Alîkarê Wezîrê Karên Derva da ji bo hevtînin di 23yê mehê da tên kirin, gihîşt Astanayê.
Hat diyarkirin lijneya Îranê beriya hevdîtin wê bi lijneyên Rûsya û Tirkiyeyê ra li Astanayê bê bal hev û wiha hat gotin: "Armanca hersê dewletan ew e, ji bo hevdîtinên li Astanayê baş derbas bibin, şert û mercan ava bikin."