02 Sibat 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
WASHINGTON
Di pêşhilbijartina li Iowayê ya seba serokatiya DYAyê da Senatorê Teksasê Ted Cruz di hilbijartina ewil a di navbera namzedên Komarxwaz da ji sedî 28 deng wergirt û bi ser ket. Ji Demokratan Hillary Clintonê jî herçiqas di xuyaniyê da ji hevrikê xwe Bernie Sanders derbas bûbe jî heya ku encamên fermî bên eşkerekirin, vêga "beramber" in.
Li DYAyê perdeya ewil a hilbijartina serokatiyê ya 45emîn a ku dê di 8ê mijdarê da pêk were da, bi pêşhilbijartina 1ê sibatê ya li eyaleta Iowayê vebû.
Bernamzedê Partiya Komarxwaz Senatorê Teksasê Ted Cruz ê ku ji bo namzediya seroktiyê têkoşîn dide, di pêşhilbijartina Iowayê da ji sedî 28 deng wergirt û bû xalibê hilbijartinê.
Li pey Cruz, Donald Trump ji sedî 24 deng wergirt û bû duyemîn. Senatorê Floridayê Marco Rubio jî ji sedî 23 ray stand. Li gorî vê Cruz 51 hezar, Trump 44 hezar û Rubio jî 42 hezar ray standin.
Ji Demokratan Hillary Clintonê jî herçiqas di xuyaniyê da ji hevrikê xwe Bernie Sanders derbas bûbe jî heya ku encamên fermî bên eşkerekirin, vêga "beramber" in.
Bernamzedê din ê ji Partiya Demokrat Waliyê Marylandê Martin O'Malley jî ji ber ku di roja ewil a hilbijartinê da negihîşt armanca xwe, eşkere kir ku wî dev ji pêşbaziyê berda.
Piştî Iowayê pêşhilbijartina duyem jî dê di 9ê sibatê da li New Hampshireê were kirin.