Önder Beyter
22 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2017
MOSKOWA
Tê îdiakirin ku parêzera ûris Natalia Veselnitskaya di maweya hilbijartina serokatiyê ya 2016an da xwest ku der heqê Hillary Clintonê da agahî bide Trump Jr. kurê Serokê DYAyê Donald Trump. Herwiha hat îdiakirin ku parêzera ûris Veselnitskaya nûnertiya şaxeke leşkerî ya servîsa îstixbarata ûris (FSB) dike.
Li gorî dosyeyên dadgehê yên sala 2011-2012an ku Associated Pressê bîter kir, derket holê ku di nakokiyeke li ser mafên mulkiyetê da Veselnitskayayê nûnertiya şaxa leşkerî "Military Unit 55002" ku ji aliyê FSByê tê birêvabirin, kiriye.
Hat destnîşankirin ku Ajansa Federal a Mulkiyetê ya ku xwest mulkiyeta avahiya ku şaxa leşkeriyê xwe kişandiye ser, cardin bi dest bixe, di dozê da bi ser ket.
Avahiya 5 qatî ku mijara dozê ye, li bakurê Moskowaya paytexta Rûsyayê ye û herwiha îro jî mazûvaniya şîrketa elektronîk a dewletê Electronintrogê dike. Ev şîrket jî niha di xizmeta artêşa ûris da ye.
Veselnitskayayê der barê mijarê da daxuyanî neda.
Parêzera ûris Veselnitskayayê îdiayên ku xwestiye der barê Clintonê da agahî bide Trump Jr. red kiribû û herwiha daxuyandibû ku ew nûnertiya hikûmeta ûris nake.