02 Sibat 2016•Rojanekirin: 04 Sibat 2016
ŞAM
Li Madayaya li rojavayê bakurê Şamê ku ji 7 mehan zêdetir e di bin dorpêça hêzên Esed û milîsên Hîzbûllahê da ye, krîza mirovî her roj xirabtir dibe. Li vî bajarokî ji ber kêmasiya zad û dexlê mirov dimirin. Herwisa xelk gazincdar e ku alîkariyên NYyê têrê nakin.
Li bajarokê ku 40 hezar kes lê dijî nahêlin ku zad û dexl bînin hundirê bajêr. Neteweyên Yekbûyî heya niha yek jê di 11ê rêbendanê da ya duduyê jî di 14ê rêbendanê da, bi tenê du caran alavên alîkariya mirovî birin bajarok. Li bajarok alîkariya NYyê têrê nake û heta niha nêzîkî 80 kesî mirin.
Xelkê Madayayê Um Rida di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku ew li ber birçîmayînê berxwe didin û li aliyekî jî bi şertên hewayê ra têdikoşin.
Rida got ku ji destpêka dorpêçkirinê vir de ew şerê man û nemanê didin û wiha xeberda:
"Li aliyekî em bi birçîbûnê ra têdikoşin, li aliyê din jî sar û serma heye. Di dest da pere jî tuneye. Lîtreya mazotê 6 hezar lîreyê Sûriyê ye (nêzîkî 45 lîreyê Tirkiyê). Şeş zarokên min hene. Ez bi betaniyê wan dinixumînim û hewl didim ku wan germ bikim. Em nizanin ka emê çi bikin. Em ji NYyê daxwaz dikin, bira demildest dest bavêjin vê meseleyê. Em bangî DYA, Ewropa, Qeter, Erebistana Siûdî dikin ku alîkariya me bikin."
- Alîkariyên NYyê têrê nakin
Xelkekî dîke yê bajarokê Madayayê Um Safa jî wiha xeberda, "Vir pir sar e. Seba ku em bikaribin xwe germ bikin, em dixwazin ku mazot ji me ra bê şandin. Însan aniha jî ji ber sermayê dimirin. Em dixwazin ku rê bên vekirin û dorpêç bê rakirin."