QABÎL
Li Efganistanê di 24 saetên dawîn de 16 milîtanên Talîbanê hatin kuştin.
Wezareta Karên Navxweyî ya Efganistanê diyar kir ku li bajarên Pervan, Baglan Kunduz, Qendahar, Zabûl, Logar û Paktiyayê operasyon hatin kirin û di operasyonan de 16 milîtan hatin kuştin û 3 milîtan jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku di operasyonan de gelek çek, teqemenî jî hatine bidestxistin.