KABÛL
Li gor agahiyan Gazneya bajaroka Efganistanê di navbera hêzên ewlekariyê û milîtanên Talibanê de şer derket û 70 kes hatin kuştin.
Alîkarê Waliyê Gazneyê Mihemed Elî Ehmedî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku milîtanên Talibanê li navçeya Acrestanê êrîşî gundan kirin û li ser vê yekê şer derket. Di encama şer de 70 kes hatin kuştin û milîtanên Talibanê 70 xanî şewitandin.
Ehmedî eşkere kir ku herî zêde malbatên polêsan hatin kuştin û wiha axivî: "Di destê Talibanê de çekên giran hene, kesên ku em ji bo alîkariyê bikin dişînin jî ji ber bombeyên ku di rexê rê de hatine bicîkirin nikarin herin herêmê."
Berdevkê Walîtiya Gazneyê Şefîq Nang jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Midûrê Ewlekariya Gazneyê nêzîkî herêma şer e û wiha got: "Heke ji hewayê piştgiriyê nedên hêzên Efganistanê navçeya Acrestanê wê têkeve destê Talibanê."
Ji hêla din ve Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku di operasyonên li tevahiyê welêt de 23 kes hatin kuştin.