08 Gulan 2016•Rojanekirin: 09 Gulan 2016
KABUL
Li Xezneya wilayeta Efxanistanê qeza çêbû û gelek wesaît li hev qelibîn. Di qezayê da 52 kes mirin, 73 kes birîndar bûn.
Midûrê Trafîqê yê Xezneyê Muhammedullah Ahmedî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li navçeya Mukurê du otobês li tankera sotemeniyê qelibîn û 52 kes mirin, 73 kes birîndar bûn.
Ahmedî diyar kir ku agir bi her du otobêsên ku li tankêra benzînê qelibîn jî girt û rewşa hinek ji birîndaran giran e.