Sayed Khodaiberdi Sadat
19 Hezîran 2021•Rojanekirin: 20 Hezîran 2021
Kontrola 2 navçeyên Faryab û Cuzcana wîlayetên Efxanistanê kete destê Talibanê.
Ebdil Ehed Îlbekê Wekîlê Şûreya Faryabê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku milîtanan êrîşî Xoce Sebzpoşa navçeya Faryabê kir.
Îlbek destnîşan kir ku kontrola navenda navçeyê ket destê Talibanê, gelek wezîfedarên ewlekariyê yên li navçeyê teslîmî milîtanan bûn.
Wekî mayîn Emrudîn Danişcûyê Alîkarê Serkê Şûreya Cuzcanê jî got ku navçeya Murdiyanê kete destê Talibanê.
Danişcû destnîşan kir ku di êrîşa milîtanan li navenda navçeyê kirin da 16 wezîfedarên ewlekariyê hatin kuştin, 14 wezîfedar jî dîl hatin girtin.
Di daxuyaniya Talibanê da jî hat diyarkirin ku hemû avahiyên dewletê û qereqolên li navçeyên Xoce Sebzpoş û Murdiyanê ketin destê milîtanan.