Ethem Emre Özcan
24 Sibat 2023•Rojanekirin: 03 Adar 2023
Li Cindirêsa bajaroka ser Efrîna navçeya Sûriyeyê ku erdhejên Meraşê lêxistin bi sedan kesî cinazeyê ferdên malbatên xwe di heman goran da definkirin.
Di erdhejên Meraşê lêxist da ji deverên sereke yek jê jî Cindirêsa Efrînê bû.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda di erdhejên Meraşê da li bajaroka Cindirêsê ji 200î zêdetir avahî hilweşiyan û bi sedan jî zirar dîtin.
Şêniyên herêmê di bin enqazan da can dan û piraniya cinazeyên hatin derxistin jî li goristana rojhilatê bajarokê hatin definkirin.
Cinazeyên kesên ji heman malbatê di heman goran da li cem hev hatin definkirin.
Meysere Ebû Mihemedê li goristana Cindirêsê dixebite got ku serê sibeha 6ê sibatê saet ji 07.00an pê va wan dest bi definkirina cinazeyan kir û wiha domand: "Gelek wesayîtên cinazeyan hatin goristanê. 5 rojan bi şev û roj cinaze hatin definkirin. Li vê derê di navbera 500 û 700î da cinaze hatin definkirin."
Ebû Mihemed ragihand ku kesên wefat kirin bi komî hatin definkirin û wiha pê da çû: "Di gorekê da kesek nehat definkirin. Bi pêşengiya mele di gorekê da 11 kes hatin definkirin. Cinaze wisa zêde bûn ji aliyekî va makîneyên kar gor dikolan û ji aliyekî va jî şexsan. Cinazeyê kesên ji heman malbatê di heman gorê da hatin definkirin."