31 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Nîsan 2018
EFRÎN
Li Efrîna ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de ji terorîstan hatibû paqijkirin, ji destpêka operasyonê heta niha 650 teqemeniyên bidestçêkirî û 80 mayîn hatin îmhekirin.
Artêşa Tirkiyeyê ji bo li herêmê îstiqrar û ewlehiyê pêk bîne, herêma Efrînê ji endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê paqij bike, gelê dost û bira ji zorbedariya endamên rêxistina terorê xilas bike di 20ê rêbendanê da Operasyona Çiqlê Zeytûnê da destpêkirin û operasyon hê dewam dike.

Piştî ku Artêşa Tirkiyeyê digel Artêşa Azad ya Sûriyeyê navenda Efrînê kontrol kirin, li herêmê xebatên paqijkirina mayînan didomin û ser çalên endamên rexistinê vekiribûn, tên girtin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê bi dest xistin ji serê Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 650 teqemeniyên bidestçêkirî û 80 mayîn hatin îmhekirin.
Ekîba METIyê ya Artêşa Tirkiyeyê di lêgerînan de teqemeniyeke bidestçêkirî tesbît kir û bi baldarî îmhe kir.