31 Adar 2018•Rojanekirin: 01 Nîsan 2018
EFRÎN
Li Efrîna ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorîstan hat rizgarkirin niha jî nîşan û şopên terorê tê paqijkirin.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad ya Sûriyeyê bi mebesta herêma Efrînê ji mensûbên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê paqij bikin û şêniyên herêmê ji zext û zordariya mensûbên rêxistinên terorê xilas bikin di 20ê rêbendanê saet 17.00yî da dabûn destpêkirin hê jî didome.

Di çarçoveya operasyonê da Efrîn ji terorê hat xilaskirin û Artêşa Tirkiyeyê teqemeniyên ku rêxistinê li navenda navçeyê bi cih kirine, îmhe dikin û çalên rêxistinê vekirine jî tije dikin.
Tevlî van xebatan ji bo ku li navçeyê jiyan bê asta rojane jî kar û xebat tên kirin û kûçe û kolanên ji terorê hatine rizgarkirin hêdî hêdî geş dibin û qelebalixî lê zêde dibe.

Li navçeyê hejmara dikanên ku dest bi kar kirin jî zêde bû û çop û bermayiyên li navçeyê jî tên paqijkirin.
Alîkariya mirovahiyê ya ku Heyva Sor a Tirkiyeyê di serî da saziyên alîkariya mirovahiyê ji bo şêniyên navçeyê dane destpêkirin jî devam dike.
Ji bo parastina can û malê şêniyên navçeyê eskerên Artêşa Tirkiyeyê derdikevin dewriyeyê.