Fatih Gazioğlu
31 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 01 Mijdar 2019
Li Espîn Buldaka navçeya Qendehara wîlayeta Efxanistanê êrîşeke bibombe hat kirin, di êrîşê da 7 kes birîndar bûn.
Berdevkê Midûriyeta Ewlehiya Qendeharê Cemal Nasir Barîkzey daxuyanî da çapemeniyê û got ku êrîşa bibombe bi motosîkletekê li bazara navçeyê hat kirin.
Barîkzey got ku di êrîşê da 7 kes birîndar bûn. Hê tu kesî êrîş hilneda ser xwe.