Berdevkê Wilayeta Bedexşanê Ehmed Navîd Fûrûten daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku milîtana bi çekên giran ve hefteyek berê êrîş birin li ser navçeya Yîmganê û di encamê de jî pevçûn derket.
Fûrûten destnîşan kir di pevçûnên ku hê jî didomin de 25 milîtan, 8 polês û 7 sivîl mirin û 17 milîtan û 9 polês jî birîndar bûn.
Xeynî vê Fûrûten diyar kir ku milîtanan ligel avahiya Midûriyeta Asayîşa Yîmganê gelek malên li herêmê agirdadayî kirin û 25 polês jî revandin.
Tê gotin ku ji bo serbestberdana polêsan hevdîtinên ligel rîspiyên herêmê didome.
Berdevkê Talîban Zabîhûllah Mucahît jî daxuyaniya berdevkê wilayetê derewand û îdia kir ku rêveberiya navçeya Yîmganê di destê wan de ye û jixwe hêzên ewlekariyê nikarin bikevin navçeyê.