Di daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) de hat diyarkirin ku hêzên rejimê ji hewa û bejayê êrîşî herêmên di destê mûxalifan de ne kirin û di encama operasyonan de li Derayê 10, li banliyoyên paytext Şamê 8, li Helebê 6, li Xûmûsê 6, li Hama 3, li Kûneytrayê 3, li Deyru'z Zorê kesek bi tevahî 37 kes mirin.
Di daxuyaniya Komîteya Kordînasyona Heremî ya Sûriyeyê de hat îdîakirin ku muxalifan li herêma Cemiyetî Zehraya li Helebê, avahiyeke rejîmê bi bombeyan teqand. Di encama teqînê de gelek milîsên Hîzbûllahê û leşker mirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêma Îzzayê di navbera leşkerên girêdayê rêjîmê û komên çekdar de şerên dijwar didome. Yekineyên girêdayê eniya Îslamî li bajaroka Mariya li ser Helebê wesaîteke bombebarkirî îmhe kir.
Ji aliyê din ve ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) diyar kir ku hêzên ewlehiyê li Heleb, Dera, Hama û Şamê operasyon li dar xist. Di encama operasyonan de gelek kesên çekdar ên ku di nav wan de kesên biyanî jî hene, hatin kûştin.