Sevim Hatun
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku li bakurê Efxanistanê di encama êrîşa Talîban de 13 parêzvan mirin.
Berdevkê Midûriyeta Ewlekariya Belxê Şîrcan Duranî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku rêxistina Talîbanê li herêma Mescîd Sefîdê, li dijî parêzvanên ji operasyonê vedigeriyan operasyon li dar xist.
Duranî got ku di êrîşê de 13 parêzvan mirin.
Li herêmê du roj berê li dijî Talîban operasyon hatibû lidarxistin.