Nihat Kavşut
03 Tebax 2020•Rojanekirin: 04 Tebax 2020
Li Nangarhar wilayeta li rojhilatê Efxanistanê di êrîşa çekdarî û bombeyî ya dijî girtîgehê da 29 kes hatin kuştin.
Berdevkê Walîtiya Nangarharê Ataullah Xogyanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku êrîşkarek bi wesaîteke bombebarkirî êrîşî deriyê girtîgehê dike û peyra êrîşkarên din dikevin hundir û bi hêzên ewlehiyê ra dikevin pevçûnê.
Xogyanî diyar kir di pevçûna ku bi saetan dewam kir da 8 êrîşkar hatin berterefkirin.
Berdevkê Walîtiya Nangarharê Xogyanî destnîşan kir di êrîşê da 29 kes hatin kuştin û 50 kes birîndar bûn.
Xogyanî destnîşan kir piştî êrîşê hin mehkûman fîrar kirine.
Di girtîgehê da qederê 300 mehkûmên DEAŞî diman.
Êrîşê DEAŞa rêxistina terorê hilda ser xwe.