Haydar Şahin
26 Nîsan 2019•Rojanekirin: 28 Nîsan 2019
Xatireyên kesên di şer û pevçûnên 40 sal e li Efxanistanê dewam dike da hatine kuştin, amûrên di dema kuştinê da li ser wan bûn, nameyên ji malbtên xwe ra nivîsandine, dîplomeyên wan û amûrên wan ên wekî tizbiyê li "Muzeya Xatireyên Şer" tên nîşandan.
Kazîm Îhsanê Midûrê Muzeya Şer a Efxanistanê ya li Kabulê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji vir 8 sal berê dest bi xebatên avakirina muzeyê kirin, li gelek wîlayetan geriyan, bi malbatan ra axivîn û dest bi vî karî kirin.
Îhsan got ku ji malbatan amûrên kuştiyan bi kar anîne xwestin, malbatan pêşiyê nexwestin amûran bidin lêbelê paşê îqna bûn û amûr dan.


Îhsan destnîşan kir ku li muzeyê amûrên gelek kesên ji herêmên cuda yên Efxanistanê hene lêbelê ji ber ku îmkan tunin nikarin cî bidin amûrên hemû kesan. Îhsan got wêneyên kesên ku amûrên wan nîşan nadin li dîwêr da dikin.
Kazîm Îhsan got ku li muzeyê di 350 beşên cam da dîplomeyên kesên ku di êrîşan da hatine kuştin, kinc û solên li ser wan, amûr an jî nameyên ji malbatên xwe ra şandine, ensturman û tizbiyên wan nîşan didin.

Îhsan diyar kir ku ji bo ziyaretvan der heqê wan kesan da bibin xwedîagahî jî kurtejiyana qurbanan jî datînin cem amûran û got: "Em bi navbeynkariya şewirmendên muzeyê va alîkariya psîkolojîk didin malbatên mexdûrên şer."
- Eleqeyeke mezin nîşanî muzeyê didin
Îhsan destnîşan kir ku eleqeyeke mezin nîşanî muzeyê didin û wiha pê da çû: "Herî zêde kesên ku ji malbata wan hin kes hatine kuştin eleqeyê nîşanî muzeyê didin. Malbatên mêr, zarok û eqrebeyên xwe di şer da winda kirine li vê derê digrîn û xatireyên xwe tînin bîra xwe."
Îhsan ragihand ku armanca ew e encama şerê 40 sal e dewam dike nîşan bidin, qurbanan nedin jibîrkirin û ev êş ji bo carekî din neyên serê tu kesî û dixwzin ji ber vê jî muzeyê mezin bikin.

Îhsan got ku heke îmkan hebin dixwazin li wîlayetan jî muzeyên nû vekin.
- Di 18 salên dawîn da herî zêde di sala 2018an da meriv hatin kuştin
Misyona Alîkariya Efxanistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA) di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di sala 2018an da li Efxanistanê 3 hezar û 804 sivîl hatin kuştin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di heman demê da 7 hezar û 189 sivîl jî birîndar bûn, sala par jî li gor pêrar hejmara kuştinê ji sedî 11 zêde bû.
Wekî mayîn jî di daxuyaniyê da hat gotin ku di 18 salên dawîn da herî zêde di sala 2018an da meriv hatin kuştin û ji wan jî 927 kes jê zarok bûn.