Haydar Şahin
26 Nîsan 2019•Rojanekirin: 27 Nîsan 2019
Hat ragihandin, Alî Sîpahiyê endamê FETOyê yê ku Tirkiyeyê ji Brezîlyayê xwestibû ku dersînor û îade bike ji 5ê nîsanê vir da hingî ji Amerîkayê ziviriye li Sao Pauloyê binçavkirî ye.
Li gor meqamên rayedar ên Brezilyayê Dageha Bilind a Brezilyayê di 19ê adarê da biryar da ku Sîpahî were binçavkirin.
Li gor zabita polêsên Brezlyayê ya di çapemeniyê da hat weşandin Sîpahiyê endamê FETOyê ji Amerîkayê ziviriye Sao Pauloyê û di 5ê nîsanê da li Balafirgeha Guarulhosê bi destê Polêsên Fedal hatiye binçavkirin.
Dadgeha Bilind a Brezilyayê daxwaza îadeyê ya Tirkiyeyê ya ji bo Alî Sîpahiyê ji wê rojê vir da hatiye binçavkirin dinirxîne.
Edson Fachînê Hakimê Dadgeha Bilind a Brezilyayê biryar da ku di 3yê gulanê saet 10.00î da Sîpahî derxin rûniştinê.
Li gor daneyên Wezareta Edaletê ya Brezilyayê Alî Sîpahî ji sala 2007an vir da li Brezilyayê dijî û di 13ê cotmeha 2016an da jî bû welatiyê wir.