11 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2016
SANTO DOMINGO
Li bakurê Ekvadorê deh deqîqe li pey hevdu du erdhejên ku lerza wan 5,9 û 6,3 bû, çêbûn.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê daxuyand ku navend bajarê Muîsneyê ya girêdayî eyaleta Esmeraldayê di saet 21.01an de erdhejek çêbû. Hat gotin ku ev erdhej 35 kîlomêtro di bin erdê de çêbû û 10 deqîqe şûn de jî dîsa li heman herêmê erdhejeke din çêbû.
Serokê Dewletê Rafael Correa li ser hesabê xwe yê Twîtterê bangî gel kir ku bila aram bin.
Li paytext Quîto û bajarên der û dorê jî erdhej hat hîskirin.
Piştî erdhejê ji bo tsunamiyê hişyarî nehat dayîn.
Di 16ê nîsanê de Ekvadorê erdhejeke lerza wê 7,8 bû çêbûbû û 663 kes miribûn. Mala 29 hezar kesî jî xirab bûbû.