12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2016
BEXDA
Di êrîşa bombeyî ya ku li Bexdaya paytexta Iraqê qewimî da 7 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên kesên ji ewlehiyê nedan li bazara reşadiyeya herêma Bexdayê wesayîta bombebarkirî hat teqandin. Di teqînê da li gor agahiyên ewil herî kêm 7 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên derdorê û tedawiya wan dewam dike.
Li Bexdayê ji ber kêmasiya ewlehiyê pirî caran bûyerên tundiyê diqewimin.