Haydar Şahin
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
TAHRAN
Îbrahîm Xelîliyê lîstikvanê sînemayê yê ji Îranê di pevçûnên li Sûriyeyê da hat kuştin.
Li gor xebera ÎSNAya ajansa nûçeyan a xwendekaran, Xelîliyê lîstikvanê sînemayê yê ji fermandarên Hêzên Milîs a Îranê (Besîç) di pevçûnên li rojhilatê Helebê da hat kuştin.
Xelîlî di fîlma "Exraciye" ya ku qala şerê Îran û Iraqê dike da lîstibû. Fîlm di sala 2007an da ketibû vizyonê û rekora gîşeyê şikandibû.
Li gor daneyên nefermî, hejmara leşkerên ji Îranê yên ku di pevçûnên li Sûriyeyê da hatin kuştin teqrîben gihîşt 2 hezar û 400 kesî.