Emre Aytekin
08 Îlon 2021•Rojanekirin: 08 Îlon 2021
Hat ragihandin ku li Endonezyayê di Girtîgeha Tangerangê ya li dervayî paytext Cakartayê da şewat derket û di encamê da 41 mehkûm mirin.
Berdevkê Daîreya Girtîgehan a Wezareta Hiqûq û Mafên Mirovan a Endonezyayê Rika Apriantê di daxuyaniya xwe da diyar kir, şewat di Blok Cyê da derket ku mehkûmên ji ber hişbirê ceza xwarine lê dimînin û her wiha di şewatêda 39 mehkûm jî birîndar bûn.
Agirê ku bi dema herêmî nîvê şevê navbera saet 01.00 û 02.00yan derket, bi temamî hat temirandin. Her wisa ji bo kontrolkirina girtîgehê bi sedan esker û polês bo herêmê hatin şandin.
Sedema şewatê hê diyar nîne.
Li Endonezyayê ji kapasîteyên wan zêdetir mehkûm di girtîgehan da dimînin û lewma jî li welêt pirî carî bûyerên serhildan û revînê diqewimin. Girtîgeha Tangerangê ya ku şewat tê da derket, li gorî îstatîstîkên fermî kapasîteya wê 1225 kes e, lêbelê tê da bi qasî 2 hezarî mehkûm tên girtin.