Sinan Doğan
08 Îlon 2021•Rojanekirin: 08 Îlon 2021
Li bajarê Acapulcoyê ya li ser eyaleta Guerreroyê ya Meksîkayê bi lerza 7,1î erd hejiya.
Şaxa Sîsmolojiyê ya Neteweyî daxuyand 14 kîlomêtro başûrê rojhilatê bajarê Acapulcoyê ya li ser eyaleta Guerreroyê bi saeta herêmî di saet 20.47an da erdhejeke lerza wê 7,1 e çêbû.
Hat daxuyandin erdhej 10 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Serokê Dewleta Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyand li eyaletên ku erdhejê hesiyan xisareke mezin çênebûye.
Waliyê Eyaleta Guerrero Hector Astudillo daxuyand dema erdhejê dîregek erdê ketiye ku ji ber vê kesek miriye û li Bendergeha Acapulcoyê rîska Tsunamiyê tune.
Piştî vê erdhejê 73 erdhejên biçûk çêbûn ku lerza ya herî mezin 5.2 ye.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku lerza erdhejê 7,4 e.
Hat ragihandin li Mîchoacan, Jalîsco û paytext Meksîkoyê jî erdhejê hesiyan.
Di vîdeoyên li ser medyaya civakî hatin belavkirin da tê dîtin ku gel guh nade baran û bahozê ji ber erdhejê xwe davêjin derva.