Dinya

Li Erebistana Siûdî êrîşa çekdarî

Di êrîşê de jê 3 sivîl, yek polês û êrîşkarek bi tevahî 5 kes hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Fatih Gazioğlu  | 20.04.2018 - Rojanekırın : 21.04.2018
Li Erebistana Siûdî êrîşa çekdarî

Riyad

RIYAD

Li rojhilatê başûrê Erebistana Siûdî dijî hêzên ewlehiyê êrîşeke çekdarî hat kirin. Di êrîşê de jê 3 sivîl, yek polês û êrîşkarek bi tevahî 5 kes hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya ku ajansa SPAya fermî ya Erebistana Siûdî spart Berdevkê Ewlekariyê yê Wezareta Karên Navxweyî Tumgeneral Mansûr et-Turkî, hin kesên ku nasnameyên wan ne diyar êrîşî binkeyeke hêzên ewlehiyê ya ku di navbera wilayeta el-Macarîde û Barikê de kirin.

Di êrîşê de Ehmed Îbrahîm Asîrî, Evdila Xazî eş-Şehrî û Salih Elî el-Omeriyên sivîl hatin kuştin. Di nûçeyê de hat gotin ji êrîşkaran 2 kes hatin binçavkirin, êrîşkarekî jî gule berda hêzên ewlehiyê û reviya. Di pevçûna ku piştra derket de jî polêsek hat kuştin û êrîşkar jî hat berterefkirin.

Hat ragihandin ku navê êrîşkarê hat kuştin Bender Mihemed Elî ye û welatiyê Erebistana Siûdiyê ye û der barê nasnameyên kesên binçavkirî tu agahî nehat dayîn.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın