Abdullah Söylemez,Fırat Atmaca,Talha Koca,Cüneyt Çelik,Günay Nuh
03 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2023
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê tesîra sermayê dewam dike.
Li Erziromê bişev germa hewayê 6 pile di binê sifirê da hat pîvan, di sermayê da bi baniyan va şembelîlk çêbûn.
Li ser peyarê û rêyên bajêr cemed çêbû, ekîbên şaredariyê cemed şikandin û berf avêtin.
Di sermayê da camên wesayîtan qeşa kişandin.
- Agirî
Li Agiriyê serma û mij heye.
Serê sibehê mij ket û li bajêr mesafeya dîtinê kêm bû.
Wesayîtan di mijê da farên xwe pê xistin û leza xwe kêm kirin.
Li bajêr camên wesayîtan qeşa kişandin, li navçeya Xamûrê jî sermayê tengasî da kişandin.
- Qers
Li Qersê sermayê tengasî da kişandin.
Di sermayê da qiravî ket ser nebat û daran, camên wesayîtan û hin kargehan qeşa kişandin.
Li navçeya Sarîqamişê daristana Çamê bi qiraviyê spî bû.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e.
Di sir û sermayê rê û peyarêyan cemed girt.
Li herêma Çemê Kurayê mij çêbû.