Abdullah Tel
08 Adar 2018•Rojanekirin: 13 Adar 2018
BRUKSEL
Di sala 2016an da li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) mêrekî kêm zêde ji bo saetekê bi qasî ewroyek pere qezenc kir û di heman wextê da jinekê jî kêm zêde 84 cent qezenc kir.
Li gor daneyên ku Ofîsa Îstatîstikên Ewropayê (Eurostat) eşkere kir li welatên Ewropayê di sala 2016an da di dema kar û xebatê da jin ji mêran kêmtir qezenc dikin.
Di daneyan da xuya dike ku ferqa dahata di navbera jin û mêran da herî zêde li Almanya û Îngiltereyê ye. Li wan welatan mûçeya ku didin jinan li gor ya mêran ji sedî 21 kêm e.
Di daneyên Eurostatê eşkere kir da derket holê ku li welatên Yekîtiya Ewropayê di sala 2016an da jinek li gor mêrekî ji sedî 16 kêmtir qezenc kir.